Ciwanan qeyûm şermezar kirin
- Ciwan
- |
- 4 Hezîran 2024 10:41
- |
MÊRDÎN - Li Qoserê komeke ciwanan, li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi şev meş li dar xistin.
Komeke ciwanan li taxa Berçem a girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê meş li dar xistin. Ciwanên ku dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin, bi fîtikan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan. Ciwanan çalakiya xwe bi derengî şevê bi dirûşmeyan bi dawî kir.