Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
- Rojane
- |
- 3 Hezîran 2024 11:27
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin.
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Ji bo protestokirina biryarê dê li gelek bajaran daxuyanî were dayîn. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê dê saet di 18.00’ê de li Qada Şîşhaneyê ya li navçeya Beyoglûyê daxuyaniyê bidin.
Bajarên Amed, Çewlig û Êlihê jî di nav de dê biryar li gelek bajaran bên protestokirin.
* Amed: Saet di 15.00’ê de li pêşiya Ceylan AVM’ê
* Dêrsim: Saet di 17.30’ê de li Kolana Hunerê
* Çewlig: Saet di 13.00’ê de li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Bajar
* Êlih: Saet di 13.30’ê de li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar