Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 2 Hezîran 2024 15:43
- |
ŞIRNEX - Li navçeya Basayê xebatkarekî DEDAŞ’ê ceyranê girt û jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Şewê yê navçeya Basa ya Şirnexê dema xebatkarên Şîrketa Anonîm a Firotina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) temîrata xetên neqilkirina ceyranê dikirin, ceyranê xebatkar Ferhat Gok girt û Gok bi giranî birîndar bû. Gok ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê jiyana xwe ji dest da.