Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
- Rojane
- |
- 2 Hezîran 2024 10:04
- |
STENBOL - Li navçeya Kuçukçekmeceyê avahiyek ji ber sedemeke nediyar hilweşiya. Hate diyarkirin ku kesên di bin kavil de mane hene.
Avahiyeke sê qat a li ser Cadeya Şaredariyê ya taxa Kartaltepe ya girêdayî navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê dora saet di 08.45’an de ji ber sedemeke nediyar hilweşiya. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hate diyarkirin ku kesên di bin kavil de mane hene.