Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
- Rojane
- |
- 30 Gulan 2024 16:17
- |
ÊLIH - Şaredariya Êlihê li xaçerêyên hatin û çûyîna peyayan zêde ye li ser dîrekên sînyalîzasyonê ji bo kesên çavên wan nabînin sinyalizasyona du zimanî bi cih kir.
Şaredariya Êlihê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rê ve dibe li xaçerêyên hatin û çûyîna peyayan zêde ye li ser dîrekên sînyalîzasyonê ji bo kesên çavên wan nabîne “Pergala Hişyariyê ya Bideng a Akûstîk a Diaxive” bi cih kir.
Pergala ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Ragihandinê hate avakirin ve dê bi kurdî û tirkî deng were dayîn. Pergal dê di derbasbûna peyayan a dema ji vî alî diçin wî alî de, alîkariyeke mezin bide welatiyên ku çavên wan nabîne.