Li Xîzanê operasyona leşkerî
- Rojane
- |
- 29 Gulan 2024 13:35
- |
BEDLÎS - Dewleta tirk li gundê Tasûhê yê navçeya Xîzanê operasyona leşkerî da destpêkirin. Li gundê dorpêçkirî 2 kes hatin binçavkirin.
Artêşa dewleta tirk şevê din li çoltarê gundê Tasûhê yê navçeya Xîzan a Bedlîsê operasyona leşkerî da destpêkirin. Gelek leşker û cerdevan tev li operasyonê bûne û hêj didome. Hat zanîn ku leşkeran li gundê navborî bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyê bi navên Secattîn Karabaş ê 76 salî û Şeref Yilmaz ê 75 salî hatin binçavkirin.