Ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî hate kirin
- Rojane
- |
- 27 Gulan 2024 09:19
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî kir.
Li gorî rapora nirxandinê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê; dê seranserî welêt biewr be. Tê texmînkirin ku li Stenbol, Kocaelî, Sakarya, Dîlok, Semsûr û Kîlîsê baraneke zêde bibare.
Midûriyetê ji bo bajarên Enqere, Çorum, Eskîşehîr, Kayserî, Kirşehîr, Konya, Nevşehîr, Nîgde, Sêwas, Yozgat, Aksaray, Karaman û Kirikkaleyê jî bi koda zer hişyarî da.