Ji Meteorolojiyê hişyariya ji bo barînên zêde
- Rojane
- |
- 26 Gulan 2024 11:35
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo hinek herêman hişyariya barîna barana zêde kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da zanîn ku gelemperî welêt dê biewr be û li hinek cihan pir biewr be. Midûriyetê ragihand ku dê li bakur û rojhilatên herêmên Ege, Behra Spî, Anatoliyaya Navîn û Behra Reş barîneke zêde bibare.
Tê payîn ku li herêmên Egeya Navîn Herêma Golan, herêmên navîn ên Rojhilatê Behra Reş, bajarên bakurê Kurdistanê Çewlig, Mûş û Bedlîsê û bajarê Konyayê baraneke zêde bibare.