Dewleta tirk bi obûsan êrişî Minbicê kir
- Rojane
- |
- 26 Gulan 2024 08:27
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi topên obûsan êrişî Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Êrişên dewleta tirk ên ji şevê dein ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin didomin. Dewleta tirk a ku duh bi obûs û çekên giran Minbic hedef digirt, êrişên xwe di tevahiya şevê de jî domand.
Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê; dewleta tirk gundên Toxar û El Dadad ên li bakurê rojhilatê Minbicê bi çekên giran û topên obûsê hedef girtiye.