Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
- Rojane
- |
- 24 Gulan 2024 16:42
- |
ENQERE - Karkerê bi navê Zikrullah Çitik ê li Enqereyê ji qata 17’an a înşeatê ve ket, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Çankaya Enqereyê karkerê bi navê Zîkrullah Çitik ji qata 17’an a avahiya înşeatê ku lê dixebitî ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê karker rakirin Saziya Tib Edlî ya Enqereyê.