Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
- Rojane
- |
- 24 Gulan 2024 16:41
- |
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê têkildarî lêpirsîna kuştina cerdevan Engîn Aslan 2 kes hatin girtin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 18’ê gulanê de cerdevan Engîn Aslan (35) bi awayek mirî hatibû dîtin. Der barê kuştina Aslan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. 8 kes hatibûn binçavkirin û karûbarên îfadedayîna li leşkeriyê qediya. Ji 8 kesên ku birin edliyê A.A. û M.A. ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve hatin girtin. Her 6 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.