Li Erziromê jinek hat qetilkirin
- Jin
- |
- 24 Gulan 2024 13:03
- |
ERZIROM - Li navçeya Palandokena Erziromê Hamgul Çîgerlî ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
Li navçeya Palandokena Erziromê Halîl Çîgerlî (71) hevjîna xwe Hamgul Çîgerlî (73) kuşt. Bûyer serê sibehê qewimiye û gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê li malê lêkolîn kirin û diyar kirin ku Hamgul Çîgerlî jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wê rakirin morga Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê. Hat zanîn ku piştî karûbarên otopsiye cenaze dê li navçeya Palandokenê bê veşartin.
Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de Halîl Çîgerlî hat binçavkirin.