Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
- Rojane
- |
- 20 Gulan 2024 14:35
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dozgerê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî xwest ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu were girtin.
Dozgerê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî (ICC) Karîm A.A. Khan, diyar kir ku “ji bo mirov bawer bike ku berpirsyartiya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant di şerên sûc û sûcên li dijî mirovahiyê de hene, sedemên maqûl hene.” Khan, xwest ku ji bo her du kes bi îdiayên sûcê şer bên girtin fermana girtinê bê dayîn.