Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn

Parve bike:
DENÎZLÎ - Li wargeha KYK’ê ya Çîvrîlê 97 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn. 
 
Li Wargeha Xwendekaran a Çîvrîlê ya Girêdayî KYK’ê ya li navçeya Çîvrîl a Denîzliyê 97 xwendekar jehrî bûn. Xwendekarên ku di nîvşevê de zikê wan diêşiya, vedireşiyan û serê wan diziviriya, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê. 
 
Di mudaxileya ewil de hate tespîtkirin ku xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûne. 93 xwendekarên tedawiya wan temam bûyî ji nexweşxaneyê derketin û tedawiya 4 xwendekaran jî didome.