Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
- Rojane
- |
- 19 Gulan 2024 14:03
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokê bi navê Faris Îbrahîm ê 14 salî di encama êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî herêmên Şehba û Efrînê de jiyana xwe ji dest da.
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter duh gundên Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê û Um Hoş ên girêdayî Kantona Efrîn-Şehbayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi topên obus û hewanan topbaran kirin. Di êrişên li dijî Bendava Şehbayê de zarokên bi navên Duha Hesen (16), Xedîce Îsmelî (15), Meter Îbrahîm (14) û Faris Îbrahîm (13) birîndar bûbûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); ji zarokên birîndar Faris Îbrahîm ku bi giranî birîndar bûbû li Nexweşxaneya Avrînê ya li bajarokê Fafînê jiyana xwe ji dest da.