Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 16 Gulan 2024 08:25
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna Ayhan Bora Kaplan de komîserek û 3 kesên sivîl ên din hatin binçavkirin.
Binçavkirinên têkildarî lêpirsîna rêveberê rêxistina sûc Ayhan Bora Kaplan didomin. Pêr li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê 3 jê midûr 4 polîs hatibûn binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê aşkere kir ku di lêpirsîna têkildarî Ayhan Bora Kaplan didome de komîserek û 3 kesên sivîl ên din hatine binçavkirin.