Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
- Rojane
- |
- 14 Gulan 2024 12:16
- |
AMED - Li Kampusa Girtîgeha Amedê duh ji ber firavînê 83 girtî jehrî bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyê. Girtî, piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin.
Duh piştî xwarina firavînê ya li Kampusa Girtîgeha Amedê, 67 girtî û 16 xebatkarên girtîgehê ji ber giliyên vereşîn, vîrik, êşa zik û hwd. rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajar. Ji bo 83 kesan teşhîsa jehrîbûna xurekê hate kirin û piştî tedawiyê îro ji nexweşxaneyê derketin.