Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
- Rojane
- |
- 14 Gulan 2024 09:47
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojî ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde û lêhiyê kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di daxuyaniya xwe ya dawî de hişyariya baranê kir. Tê payîn ku dê baran li Hatay, Agirî, îdir, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Colemêrg, Sêrt û Erziromê bandora xwe zêde bike. Meteorolojiyê diyar kir ku li gel baranan dê ji sibê û pê de li hin herêman germahiya hewayê di nava 1-4 pileyan de kêm bibe.