Welatiyê ku polîsê trafîkê bi motosîkletê lêdabû jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 8 Gulan 2024 08:27
- |
AMED - Gultekîn Ozturk ê 58 salî ku dema dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe polîsê trafîkê yê bi motosîkletê lê dabû û giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Gultekîn Ozturk (58) ku dema di 6’ê gulanê de xwest li Bûlwara Dîclekent a navçeya Peyas a Amedê derbasî aliyê din ê rê bibe polîsê trafîkê yê bi motosîkletê lê dabû û giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Ozturk ê bi bandora lêdanê xwîn çûbû ser mejiyê wî rakirin beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl.
Ozturk ê du roj bûn di bêşa lênêrîna awarte de bû jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozturk dê li Goristana Yenîkoyê were veşartin.