Di nav xwarina girtiyan de gule derket
- Rojane
- |
- 7 Gulan 2024 16:08
- |
AMED - Di nava xwarina girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên ragirtin de gule derket.
Li Girtîgeha Jinan a Amedê di nava xwarina girtiyan de gule derket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di 1’ê gulanê de di nava xwarina meqerneya vejeteryan a girtiyên li qawîşa A-9’ê de gule derket. Li ser vê yekê girtiyan girtek nivîsandin û li îdareya girtîgehê û dozgeriya girtîgehê gilî kirin.