Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
- Rojane
- |
- 6 Gulan 2024 15:47
- |
ŞIRNEX - Komîsyona Krîzê ya Şaredariya Cizîrê da zanîn ku di karesata lehiyê de xisar gihiştiye 198 xanî û 93 kargehan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî barana zêde, taxên Sûr, Nûr û Cûdî di nav de bi dehan kolan, kûçe û gund di bin avê de man. Ji ber lehiyê xisar gihişt gelek xanî û kargehan. Şaredariya Cizîrê piştî lehiyê seferberî ragihand û Komîsyona Krîzê ava kir. Komîsyona Krîzê ragihand ku di lehiyê xisar gihiştiye 198 xanî, 93 kargeh û 4 wesayîtan. Şaredariyê daxuyand ku ekîbên wan mudaxeleyî 153 mal û 52 kargehan kirine.