Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
- Rojane
- |
- 3 Gulan 2024 18:23
- |
ŞIRNEX- Waliyê Hewlerê Omîd Xoşnav serdana Şaredariya Cizîrê kir.
Waliyê Bajarê Hewlerê yê Başurê Kurdistanê Omîd Xoşnav bi şandeya pê re li navçeya Cizîr a Şirnexê serdana şaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Cizîrê kir. Xoşnav ji aliyê hevşaredarên Cizîrê Gulêr Tunç Yerbasan û Abdurrahîm Durmuş ve hate pêşwazîkirin. Xoşnav hevşaredar pîroz kirin û ji wan re serkeftin xwest. Piştî hevdîtina bi hevşaredaran re Xoşnav bi şandeya pê re li navçeyê serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê kir.