Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
- Rojane
- |
- 3 Gulan 2024 11:10
- |
COLEMÊRG - Operasyona leşkerî ya li zozanên gundê Tiloran ê Geverê hatiye destpêkirin di roja 7’an de didome.
Operasyona leşkerî ya di 27’ê nîsanê de li çolterê gundê Tiloran ê navçeya Gever a Colemêrgê hatiye destpêkirin didome. Hat zanîn ku operasyon li Çiyayê Sipêrêzê û zozanên Horê, Berê Sor û Warê Conî tê domandin. Derdora gundê Tiloranê jî ji hêla leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Di dema ketin û derketina gund de kontrola nasnameyan tê kirin. Li herêmê her wiha liv û tevgera SÎHA’yan heye.