Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
- Aborî-Ked
- |
- 3 Gulan 2024 10:32
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên TUÎK’ê, enflasyon di meha nîsanê de ji sedî 3.18 û ya salane jî ji sedî 69.80’ê ye.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha nîsanê eşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê; enflasyon di meha nîsanê de li gorî mehek berê ji sedî 3.18 zêde bû; li gorî meha kanûnê ji sedî 18.72 û li gorî nîsana par jî ji sedî 69.80 zêde bû. Li gorî nîvekiya du mehan jî ji sedî 59.64 zêde bû.