Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 30 Nîsan 2024 13:00
- |
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê û bajarokê Dergûlê di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin.
Di serê sibehê de li navçeya Cizîrê û bajarokê Dêrgûlê yên Şirnexê polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Mehmet Atabey, Metîn Mendez, Ahmet Kaygusuz û Hamît Ayan hatin binçavkirin.
Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. Sedemê binçavkirina wan nehat zanîn.