3 rojnamevan hatin girtin

Parve bike:

STENBOL - 3 rojnamevanên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin, hatin girtin. 

 
Rojnamevanên ku di 23'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatibûn binçavkirin, lêpirsîna wan a li dadgeriyê bi dawî bû.
 
Dadgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" der barê nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û xebatlarê Çapemeniya Azad Erdogan Alayûmat biryara girtinê da.