Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
- Rojane
- |
- 25 Nîsan 2024 20:32
- |
COLEMÊRG – Li Colemêrgê di çalakiyên li dijî xespkirina îradeya gel a li Wanê pêk hatibûn de 4 ciwan hatibûn girtin. Her çar ciwan hatin tahliyekirin.
Li Colemêrgê li dijî xespkirina îradeya gel a li Wanê çalakî pêk hatibûn. 4 ciwanên ku hinceta tevli çalakiyan bûne hatibûn girtin, li ser îtîraza parêerên wan ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh a Geverê ve hatin tahliyekirin.
Ciwanên bi navê Mazlum Pala, Murat Duran, Sabahattîn Şakîroglu û Adem Çîçek hatin tahliyekirin.