Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
- Rojane
- |
- 25 Nîsan 2024 16:38
- |
ÊLIH - Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk hate binçavkirin.
Hevserokê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk hate binçavkirin. Tekîk, li ser banga îfadedayînê ya Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê çû emniyetê û hat binçavkirin.
Duh di saetên nîvro de polîsan bi ser avahiya partiyê ya bajar de girtibûn û hat zanîn ku Tekîk bi vê sedemê hatiye binçavkirin. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê dê Tekîk sewqî edliyeyê bê kirin.