Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 25 Nîsan 2024 09:33
- |
MÊRDÎN- Di serdegirtinên malan ên li navçeya Qoserê de 2 kes hatin binçavkirin.
Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Qoser a Mêrdînê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Eylem Kurga û biraziyê wê Serhat Kurga hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.
Welatiyên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê.