Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
- Rojane
- |
- 20 Nîsan 2024 21:17
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên Şaredariya Wêranşarê, ragihandin ku deynê şaredariyê 421 milyon û 780 hezar TL ye û ji wezaretê û Dîwana Muhasebatê doza lêkolînê kirin.
Hevşaredarên DEM Partiyê yên Wêranşarê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de şaredariyê ji AKP'ê dewr girtin, deynê şaredariyê ragihandin.
Hevşaredaran ragihand ku deynê şaredariyê yên ji dema rêveberiya AKP'î maye 421 milyon û 780 hezar û 594 TL ye û ji Dîwana Muhasebatê û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê mufetîş xwestin, ji bo lêkolînkirina deynan.