Li Rihayê cînayeta kar
- Aborî-Ked
- |
- 19 Nîsan 2024 14:55
- |
RIHA - Di dema xebatên binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de hezaz çêbû û karkerê bi navê Sînan Kubat jiyana xwe ji dest da.
Di dema xebatên kanalîzasyonê yên YÎBO ya Hewagê ya Rihayê de hezaz çêbû. Piştî hezazê komên lêgerîn-rizgarkirinê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Di dema xebatan de cenazeyê karkerê bi navê Sînan Kubat (28) hate derxistin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.