Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
- Rojane
- |
- 19 Nîsan 2024 09:01
- |
COLEMÊRG - Li Geverê piştî berf heliya, berfîn bişkivîn. Li quntarên çiyayên Cîlo û Reşko dîmenên rengîn çêbûne.
Li navçeya Gever a Colemêrgê piştî berf heliya, mizgîndêrên biharê berfîn û pîvok bişkivîn. Berfîn û pîvokên ku li gundê Xalane yê navçeyê vekirin, tevî berfa li ser Çiyayê Cîloyê dîmenên rengîn çêkirin. Kulîlkên ku li quntarên çiyayên biheybet vekirine, mirov ber bi xwe ve dikişînin.