Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
- Jin
- |
- 14 Nîsan 2024 16:48
- |
MELETÎ - Jina bi navê E.Ş. ku li Meletiyê dijî, li dijî êrişa hevjînê xwe Tolunay Ş. xwe parast û kuşt.
Jina bi navê E.Ş. a li navçeya Battalgazî ya Meletiyê dijî, li ser mezinbûna şerê bi hevjînê xwe Tolunay Ş. re xwe parast û birîndar kir. Li ser îxbarê, komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Tolunay Ş. rakirin nexweşxaneyê. Lê Tolunay Ş. ê bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
E.Ş. a li dijî êrişê xwe parastî jî piştî bûyerê hate binçavkirin.