Kesên ji ber derbkirina faîle tacîzê çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan
- Rojane
- |
- 14 Nîsan 2024 13:08
- |
ŞIRNEX - Kesên ji ber derbkirina çawişê pispor ê li Şirnexê jinek tacîz dikir hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Çawişê pispor Z.Ç. di 12’ê nîsanê de li ser Cadeya Ormanê ya li Taxa Dîcle ya navenda Şirnexê jinek tacîz kir û welatiyên li derdorê jî mudaxile kiribûn. Piştre polîsên çûn cihê bûyerê 4 welatiyên çawişê pispor ê tacîzkar derb kirin, binçav kiribûn. Welatiyên binçavkirî piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.