Tirkiyeyê du gundên Metînayê bombebaran kir
- Rojane
- |
- 14 Nîsan 2024 10:02
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên dewleta tirk li qada Metîna ya Herêma Federe ya Kurdistanê gundên Belave û Guherzê bombebaran kirin.
Balafirên artêşa tirk gundên Metînayê ya Dihokê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; çavkaniyên herêmî gotin ku gundên Belave û Guherzê bi balafirên şer hatine bombebarankirin.
Têkildarî encamên êrişê tu agahî nehatin bidestxistin.