Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê
- Rojane
- |
- 12 Nîsan 2024 10:24
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Mexmûrê ji bo bijartina hevşaredarên nû çûn ser sindoqê.
Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo hilbijartina hevaşaredarên nû, ji saetên serê sibehê ve çûn ser sindoqê. Li 8 navendên wargehê sindoq hatine danîn û dengdayîn didome. Di hilbijartinê de 4 namzetên hevşaredariyê û 20 endamên encumeniyê di pêşpirkê de ne. Ji wan dê du hevşaredar û 7 encumen bên hilbijartin.
Dengdayîn serê sibehê saet di 08.00’ê de dest pê kir û dê saet di 17.00’ê de bi dawî bibe.
Hilbijartinên li kampê her du salan carekê tên lidarxistin.