Li Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû

Parve bike:

MELETÎ - Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû. 

Di serê sibehê saet 08.44’ê li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû. Li gorî agahiyên ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD); navenda erdhejê navçeya Battalgaziyê bû û bajar bi pileya 4.1 hejiya. Hat ragihandin ku erdhej 7 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.