Li ser rêbeja Xarpêtê qeza çêbû: 3 kes mirin
- Rojane
- |
- 9 Nîsan 2024 16:51
- |
AMED - Li ser rêbeja di navbera Amed-Xarpêtê de qezaya trafîkê çêbû û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêbeja di navbera Amed-Xarpêtê de otomobîlek û mînîbûsek li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin veguhestin. Koman, birîndar rakirin nexweşxaneyê.