Wê di Cejna Remezanê de li Wan û Mêrdînê otobus bêheq xizmetê bikin
- Rojane
- |
- 8 Nîsan 2024 20:29
- |
WAN/MÊRDÎN - Şaredariyên bajarên mezin ên Wan û Mêrdînê, biryar girtin ku wê sê rojên Cejna Remezanê otobusên şaredariyê bêheq xizmetê bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê biryar girtin ku wê sê rojên Cejna Remezanê otobusên şaredariyê bêheq xizmetê bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku li Wanê wê otobusên şaredariyê bêheq xizmetê bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî ragihand ku wê otobusên şaredariyê di 10-11-12'ê Nîsanê de bêheq xizmetê bikin.