Encamên rast ên hilbijartinên Şirnexê bi avahiya DEM Partiyê ve hatin daliqandin
- Rojane
- |
- 3 Nîsan 2024 13:23
- |
ŞIRNEX - DEM Partiyê encamên rast ên hilbijartinên li navenda Şirnexê hatin kirin, bi avahiya xwe ve daliqand.
AKP’ê bi dengên bihezaran leşker û polîsên veguhestî li navenda Şirnexê vîna gel xesp kir. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê pankarta agahiyên ku kîjan partiyê çend deng wergirtine û di hilbijartinên 31’ê Adarê de çend leşker û polîs hatine veguhestin tê de bi avahiya xwe ve daliqand.
Di pankartê de hate diyarkirin ku hejmara dengên DEM Partiyê 15 hezar û 553, hejmara dengên AKP’ê 11 hezar û 492 û hejmara leşker û polîsên hatine veguhestin jî 6 hezar û 541 e.