Li ser îtîraza AKP’ê dê li Gazîosmanpaşayê deng jinûve bên hejmartin
- Rojane
- |
- 3 Nîsan 2024 08:24
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser îtîraza AKP’ê dê li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê deng jinûve bên hejmartin.
Daxwaznameyên îtîrazê yên Serokê Gazîosmanpaşayê yê Stenbolê Fatîh Aydemîr li lijneya hilbijartinê ya navçeyê kirin hatin qebûlkirin û biryara hejmartina dengan a jinûve hate dayîn. Li gorî biryarê îro saet 10.00’an de li Kompleksa Spor û Hawiza Avjeniyê ya Şaredariya Gazîosmanpaşayê deng dê jinûve bên hejmartin.