DEM Partî li Pirxusê dîsa bi ser ket
- Rojane
- |
- 2 Nîsan 2024 23:19
- |
BEDLÎS - Piştî îtiraza YRP'ê li Pirxusê ray ji nû ve hatin hilbijartin. Di jimartina hat dubarekirin de, DEM Partî dîsa bi ser ket.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajaroka Pirxus a navçeya Xelat a Bedlîsê bi 9 rayan şaredariyê bi dest xist. Lê Partiya Yenîden Refahê (YRP) îtiraz kir û îtiraza wê ji alijiyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hat qebûlkirin û ray ji nû ve hatin hejmartin.
Di hejmartina hat dubarekirin de DEM Partî bi 6 rayan bi ser ket.