DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
- Rojane
- |
- 2 Nîsan 2024 18:23
- |
ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê, têkildarî nelirêtiyên di roja hilbijartinê de hatin kirin, serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê da û îtiraz kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hilbijartinan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê da û îtiraz kir. Li ser navê partiyê parêzeran serlêdan kir û ji bo rayên ji aliyê bi hezaran kesên ji derveyî bajêr hatine veguhastin hatin bikaranîn îtiraz kir.