MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
- Rojane
- |
- 1 Nîsan 2024 16:08
- |
ENQERE - Endamên MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bi rojeva nirxandina encamên hilbijartinê bicive.
Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) dê di 3’yê nîsanê de li navenda giştî ya partiyê bicive. Civîn dê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bê lidarxistin. Di civînê de dê encamên hilbijartinên 31’ê Adarê bên nirxandin. Tê payîn ku di civînê de mijara hilbijêrên “veguhestî” yên li bajarên Kurdistanê jî bên nîqaşkirin.