Dîroka hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû
- Rojane
- |
- 29 Adar 2024 10:21
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 30’ê gulanê de bên lidarxistin.
Komîseriya Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh yekemîn civîna xwe li Eywana Desteya Kar û Barên Civakî ya li Reqayê li dar xist. Li gorî biryara di civînê de hatiye girtin; dê hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 30’ê gulanê de bên lidarxistin.