Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
- Rojane
- |
- 26 Adar 2024 10:02
- |
BEDLÎS - Ji ber berfa zêde ya li bajar dibare, li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê.
Ji şevê din ve li Bedlîsê berfeke zêde dibare. Ji ber berfa zêde, li navenda bajar û navçeya Tetwanê ji bo rojekê navber dan pewerdeyê. Walîtiyê bi daxuyaniyekê got ku rewşa nebaş a hewa didome û ji bo rojekê navber dane perwerdeyê.