Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
- Rojane
- |
- 25 Adar 2024 20:44
- |
STENBOL - Li Bahçelîrevlerê Ûgûr Falayê ji 20 sûcên cuda qeydên wî hene û 10 roj berê bi destûr ji girtîgehê derket, dêya xwe Husna û xwişka xwe Îrem Falayê bi çekê qetil kir.
Ûgûr Falayê 10 roj berê bi destûr ji girtîgehê derket, li Bahçelîevler a Stenbolê dêya xwe Husna û xwişka xwe Îrem Falayê bi çekê qetil kir. Kiryar paşê li Mizgefta Nûsretiye ya li Beyoglûyê xwe kuşt.
Hat hînkirin ku "bikaranîna tiryakê, birîndarkirin û diziyê" ji 20 sûcên cuda qeydên Ûgûr Falay hebûne.