Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
- Ciwan
- |
- 17 Adar 2024 21:26
- |
ŞIRNEX - Ciwanên li çiyayên Qilebanê bi agirên vêxistin re Newroz pîroz kirin, fîşekên hewayî avêtin.
Li navçeya Qileban a Şirnexê agirê Newrozê hate vêxistin. Ciwanên qilebanî yên li çiyayên dora navenda bajêr a di newaleke kûr de ye bi agirên vêxistin re Newroz pîroz kirin, fîşekên hewayî avêtin. Agirê li çar hawîrdorên navçeyê hatin vêxistin û fîşekên hewayî yên hatin avêtin, tarîtiya şevê ronî kirin.