Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
- Rojane
- |
- 17 Adar 2024 14:14
- |
COLEMÊRG - Bi hezaran kesên li quntarê Çiyayê Simbî yê Colemêrgê hatin gel hev, dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin.
Yek ji navendên pîrozbahiyên Cejna Newrozê ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê lidarxistin jî Colemêrg e. Pîrozbahî li qada otogarê ya li Taxa Tekserê tê lidarxistin. Qada ku li quntarê Çiyayê Simbî tije bû. Bi hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Welatiyan bi cil û bergên xwe yên rengîn, qad veguherandin qadeke rengîn. Herikîna gel a ber bi qada Newrozê ve hêj didome. Welatiyan govenda Newrozê gerandin.