Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
- Rojane
- |
- 15 Adar 2024 21:32
- |
AMED - Bi pêşengiya DEM Partiyê li Sûrên Amedê bi meşale û erbaneyan Newroz hat pîrozkirin.
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê li Sûrên Amedê Newroz hat pîrozkirin. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, parlamentera Amedê Adalet Kaya, nazmetê hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, namzetên hevşaredariyê yên Sûrê û gelek kes tevli pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.